koçberekî Efrînê ji aliyê asayişê ve hat kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, malbateke koçberên Efrînê ku li bajarokê Til Rifatê dimîne, ji aliyê endamên asayişê ve hat gulebarankirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, malbateke koçberên Efrînê ku li bajarokê Til Rifatê dimîne, ji aliyê endamên asayişê ve hat gulebarankirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, “Roja 10 Adarê hêzên asayişê PYDê bi ser mala Cuma Îbiş di girt û ew endamên malbata wî gulebaran kirin. Di encamê de, ew, hevjîna wî, 3 zarokên wî û merivekî birîndar bûn.”
Wê rêxistinê diyar kir jî, Cuma Îbiş roja din û ji ber giraniya birînên xwe canê xwe jidest da û li herêma Şehbayê bi xakê hat spartin.
Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê , Cuma Îbiş ji gundê Celemê yê Navçeya Cindirêsê ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, koçberî bajarokê Til Rifatê bûye.
S. B






