Qeymeqamê Hewlêrê: Qeyrana nemana xwarekê nîn e
Qeymeqamê Hewlêrê diyar dike, ti metirsiya nemana xwarekê li Herêma Kurdistanê nîn e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qeymeqamê Hewlêrê diyar dike, ti metirsiya nemana xwarekê li Herêma Kurdistanê nîn e.
Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re ragihand, biryara qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê, piştî wê yekê hat, beşek ji welatiyan pabendê rêkarên tenduristiyê nedibûn.
Tekez kir jî, ti metirsiya nemana xwarekê li Herêma Kurdistanê nîn e, ji ber ku tevgera bazirganiyê berdewam e û di komgehên Herêma Kurdistanê de heta 2 mehên din bi xwarekê hatine dagirtin.
Herwiha diyar kir jî, ji bo welatî bikaribin pêwîstiyên xwe dabîn bikin, dukan û marketên li taxan tên vekirin.
Bi biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, çûnûhatin li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê bo heyama 48 demjimêran hat qedexekirin.
S. B