Rêveberiya Xweser hemû kombûnan qedexe dike

Ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, Rêveberiya Xweser proseya xwendinê radiwestîne û ahengên Nawrozê jî di nav de, hemû kombûnan qedexe dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, Rêveberiya Xweser proseya xwendinê radiwestîne û ahengên Nawrozê jî di nav de, hemû kombûnan qedexe dike.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, piştî ku vîrusa Korona bûye nexweşiyeke cîhanî û ji bo rêgirtin li belavbûna wê, hejmarek biryarên nû derkirin, ji wan jî:

- Hemû kombûn li herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên qedexekirin.

- Hemû dibistan, peymangeh û zanîngeh ji bo xwendekar û mamosteyan re ji roja 14ê Adarê û heta biryareke din, dikevin bihnvedanê.

- Derbasbûna her kesekî di deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser re qedexe ye, tenê rê ji rûniştvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re heye û derbasbûn tenê roja Sêşemê dibe.

- Deriyê sînorî Sêmalka li gor biryara berê, girtî dimîne.

Li gor van biryaran ahengên Newrozê û hemû civîn û kombûnên din jî tên qedexekirin.

 

S. B