ENKS: Bila kombûn û boneyên netewî, olî û civakî neyin kirin

Ji ber belavbûna vîrusa Korona, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji welatiyan kir, kombûnan û boneyên netewî, olî û civakî nekin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber belavbûna vîrusa Korona, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji welatiyan kir, kombûnan û boneyên netewî, olî û civakî nekin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber belavbûna vîrusa Korona li navçeyê, ragihandina wê wek nexweşiyeke cîhanî hat ragihandin, bilezbûna belavbûna wê û ji bo parastina jiyana welatiyan, daxwaz cemawerê xwe dikin bi giyanê berpirsatiyê serederî bikin û rêkarên xweparastinê bigirin ber. Ew jî bi riya:

- Hilweşandina hemû kombûn û ahengên boneyên netewî, olî û civakî.

- Dûrketina ji riftarên kesane yên dibin sedema belavbûna nexweşiyan.

- Girîngîpêdana bi pakiyê bi hemû awayên wê.

Herwiha ENKSê daxwaz ji bijîşk û karmendên pispor ên di warê tenduristiyê de kir, rêkarên xweparstina ji vîrusa Korona belav bikin û welatiyan hişyar bikin.

Di vê derbarê de, Endamê Desteya Serokatiya ENKS Silêman Oso jî, ji K24 re diyarkir, ku metirsiya belavbûna Vayrosa Korona, rêgiriyek li pêş civînên cemawerî ye û ENKS dê vê derbarê de, bi berpirsiyariyek civatî jî tevdigere.

 

 

S. B