Kesekî din li Silêmaniyê tûşî vîrusa Korona bû

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tûşbûna kesekî din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tûşbûna kesekî din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknînê de, kesekî din ê 46 salî li bajarê Silêmaniyê hat destnîşankirin ku hilgirê vîrusa Korona ye.

Bi vê haletê te, koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê heta niha (29) halet hatine tomarkirin, ji wan kesekî canê xwe jidest daye, kesek bi temam baş bûye û yên di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ku şeva bûrî derkiribû, duhî ti haleteke tûşbûna bi vîrusê Koronayê li Herêma Kurdistanê nehat tomarkirin.

 

S. B