Li Serê Kaniyê 4 teqîn.. Serbazên Tirk hatin kuştin

Di encama 4 teqînan de li gundewarê Serê Kaniyê de, 8 kes hatin kuştin, di nava wan de serbazên Tirkiyê jî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama 4 teqînan de li gundewarê Serê Kaniyê de, 8 kes hatin kuştin, di nava wan de serbazên Tirkiyê jî hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li nêzîkî gundê Nasiriyê yê ser ser bi Serê Kaniyê ve 3 bombe bi otombîlên serbazî yên Tirkî de teqiyan, di encamê de 5 serbaz hatin kuştin, 2 ji nava wan Tirk bûn û hejmarek jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, li gundê Diwêra ya başûrê Serê Kaniyê jî bombeyek di baregeha grûpeke çekdar de teqiya û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin.

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gelek teqîn li wan her du herêma tên kirin.

 

S. B