Qedexeya çûnûhatinê li Hewlêr û Silêmaniyê bo 72 demjimêrên din hat dirêjkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Korona, qedexeya çûnûhatinê li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê, bo 72 demjimêrên din dirêj kir.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de hejmarek biryar ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona derkirin, ji wan jî:

Yekem: Dirêjkirina heyama çûnûhatinê di nava bajarên Hewlêr û Silêmaniyê, bo dema 72 demjimêrên din û ji demjimêrê 12:00 nîvê şeva 15ê Adarê destpê dike.

Duyem: Rawestandina çûnûhatina di navbera qezeyên herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bo heyama 72 demjimêran û ji demjimêr 12:00 ji şeva 16ê Adarê destpê dike.

Sêyem: Pêdana desthilatê bi parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê, bi mebesta rêkxistina çawaniya dabînkirina pêwîstiyan welatiyan, bi awayekî ku bandorek xirab li qedexeya derketina derve neke..

Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê li ser wan kesên ku li Îranê mane jî ragihand, lazim e ew heta nîvê şeva 16 vê mehê vegerin, ji ber ku kî heta wê demê venegere êdî rê nayê dayîn vegere.

Rêber Ehmed spasiya xelkê Herêma Kurdistanê jî kir ku girêdayî şîret û biryarên hikûmetê yên bo berhingarbûna nexweşiya Koronayê bûne û daxwaz ji welatiyan kir, li malên xwe de bimînin.

 

S. B