Hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li Îranê 13 hezar burand
Li gor dawîn amar, di 24 demjimêrên burî de, zêdetir ji hezar 200 kesa li Îranê tûşî Vayrosa Koronayê bûne û zêdetir ji 10o kesan jî canê xwe ji dest dane.
K24- Hewlêr
Li gor dawîn amar, di 24 demjimêrên burî de, zêdetir ji hezar 200 kesa li Îranê tûşî Vayrosa Koronayê bûne û zêdetir ji 10o kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristîya Îranê aşkera kir, di dema 24 demjimêrên burî de, hezar 209 kes tûşî Vayrosa Koronayê bûne û 113 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Aşkera jî kir, hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li Îranê gehişte 13 hezar û 938 kesan û heya niha jî 724 kesan bi evê Vayrosê canê xwe ji dest dane.