Bi sedema Koronayê helbijartina perlemana Îranê hat dawîxistin
Bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê, gera dûyem a helbijartinên Îranê di dema xwe de nahêt encamdan.
K24- Hewlêr
Bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê, gera dûyem a helbijartinên Îranê di dema xwe de nahêt encamdan.
Evro, Yekşembîyê, Ebas Elî Kedxudayî, gotbêjê Civata Paraztina Destûrê Îranê ragehand, ku bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê gera dûyem a helbijartinên Perlemana wî welatî, ku biryar bû li destpêka meha Nîsanê bihête encamdan, bo dawîya meha Xizîranê hat dawîxistin.
Kexudayî ragehand jî: Bo wê demê li gor pergalê biryar dihête dan.