Çekdarên Heşda Şeibî bi ser Nexweşxaneyeka Kerkûkê dadan

Hejmareka çekdarên Heşda Şeibî bi zebrê çekî bi ser Nexweşaneya Azadî ya Kerkûkê dadan û dû jûr ji Nexweşxaneyê cuda kirin û ji xwe bikar tînin.

K24- Kerkûk

Hejmareka çekdarên Heşda Şeibî bi zebrê çekî bi ser Nexweşaneya Azadî ya Kerkûkê dadan û dû jûr ji Nexweşxaneyê cuda kirin û ji xwe bikar tînin.

Çavkanîyekî ji Nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê bi Kurdistan 24 re ragehand û got, zêdetir ji 10 çekdarên mîlîşyayên lîwa ya 16 ya Heşda Şeibî, evro bi ser Nexewşxane ya Azadî ya Kerkûkê dadan û bê ti nivîsarên fermî, dû jûrên Nexweşxaneyê ji xwe cuda kirin û wek jûrên pizîşkî bikar tînin.

Ewî çavaknî got jî: Ew çekdarîn hanê ji tirsa burdûmana firokeyên cengî baregehên xwe çolkirine û hêlane û dixwazin li wir bimînin daku dûr bin ji burdûmana firokeyan.