Vayrosa Korona di nav hêzên Îranê de belav dibe
Reza Şerîetî, hakimê parêzgeha Xozistan a Îranê aşker kir, di dû bingehên serbazî de li sinûrê wê parêzgehê 5 serbaz û berpirsê Supa û Supayê Pasdarên wî welatî tûşî Vayrosa Koronayê bûne, di demekê de, fermandarên serbazîyên Sûpay li rojava ya welatî tûşbûna serbazan bi wî derdî red dikin.
K24- Hewlêr

Bi gotina Şerîetî 3 kes li bingeha serbazî ya Dokohe ya ser bi Sûpayê pasdaran li bajarê Endîmeşk li bakurê parêzgeha Ehwazê û dû yên din jî li bingeha Teşharim Şikarî ya asmanî li bajrê Dêzfû tûşî wî derdî bûne.
Şerîetî daxwaz ji berpirs û fermandarên serbazî yên herdû bingehan kir, hejmara karker û serbazên li nav serbazgehan kêm bikin û bê sedem ti serbazan gazî nekin bo bingehê.
Di beranber de, fermandarê Yekeyên sûpy li navçe ya başûrê rojavya Îranê got: Ti haletên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê di wan bingehên serbazî de û di nav Sûpay de nehatîne tomarkirin.
Ev jî di demkê de ye, roja Çarşembî ya burî, Sûpayê Pasdaran, mirina hejmareka pispor û kadirên pizîşkî yên pişikdar di helmeta rûbirûbûna belavbûna Vayrosa Koronayê bi sedeme wî derdî, ragehand.
Çavkanî: RT