Wezîrê navxwe hûrgelîyên dirêjkirina qedexe ya hatinûçûnê xuya dike

Di konfiranseka rojnamevanî de, wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed ragehand, bo dema 72 demjimêrêm din qedexe ya hatinûçûnê dê hête dirêjkirin.

K24- Hewlêr

Di konfiranseka rojnamevanî de, wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed ragehand, bo dema 72 demjimêrêm din qedexe ya hatinûçûnê dê hête dirêjkirin.

Rêber Ehmed supasîya hevwelatîyên Herêma Kurdistanê kir bo pabendbûna wan bi biryara hikumetê.

Got jî:   Ji bo berjewendîya hevwelatîyan û rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê, em bi pêdivî dizanîn ew dem bihête dirêjkirin.

Amaje bi wê yekê jî da, hikumeta Herêma Kurdistanê gelek bi zelalî reftarê li gel evê pirsê dike û znyarîyan dide hevwelatîyan.

Wezîrê navxwe yê hikumeta Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir, desthelat hatîye dayîn bi yekeyên rêveberîyan daku jîyara xelkê di dema qedexkirinê de careka din rêk bikin û ew hevwelatîyên  nakarîne pêdawîstîyên giring ji xwe re dabîn bikin,  bikarin niha dabîn bikin.