zelalkirinek ji Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê hejmara pişkinînan li bajarên Herêma Kurdistanê cudahîyên ewan hejmaran zelalkirinek da.

K24- Hewlêr

 Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê hejmara pişkinînan li bajarên Herêma Kurdistanê û cudahîyên wan hejmaran zelalkirinek da.

Deqa zelalkirinê

Derbarê hejmara wan pişkinînên ku rojane dihêne encamdan û ragehandin, ew pişkinînên hanê li navendên bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê dihêne encamdan û rojane cudahî dê hebe li hejmarên wan pişkinînan; ev jî li gor hebûna hejamra kesên gumanlêkirî û hevwelatîyên korentînekirî. Bo nimûne duhî û pêrê li Hewlêr hejmara pişkinînan gelek bûn, bi sedema hebûna hejmareka mezin ji berkevtîyên pizîşkekê bajarê Hewlêrê, ku berê ew pizîşik wek tûşbûyê wê nexweşîyê hatibû destnîşankirin. Herweha bilindbûn û nivîmbûna hejmara pişkinînan girêdayî ye bi hejmara wan hevwelatîyên ku dema korentînekirina wan temam dibe û di dawî roj de pişkinî bo wan jî dihête encamdan.

Bi hêvîya selematîyê bo hemû alîyan

Wezareta Tenduristîyê

15yê Adarê 2020