5 haletên din yên Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, li bajarê Silêmanîyê 5 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, li bajarê Silêmanîyê 5 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin.
Wezareta Tenduristîya xuya kir, li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, 5 tûşbûyên din bi Vayrosa Koronaya Nû COVID-19 li bajarê Silêmanîyê hatin destnîşankirin bi vî awayî:
Birayek û dû zaroyên wî tûşbûyê evro.
Xizmek û xwîşka tûşbûyekê berê, ku canê xwe ji dest dabû.