Serokatîya Îraqê: Li ser destnîşankirina serokê hikumeta nû rêkkevtin
Kenala RT ya Rûsiyê belav kirîye, çavkanîyekî ji serokatîya Komara Îraqê, evro Yekşembîyê bo kenala wan aşkera kirîye, alîyên sîyasîyên Îraqê gehiştîne rêkkvtinekê derbarî serokê hikumeta veguzatinê.
K24- Hewlêr
Kenala RT ya Rûsiyê belav kirîye, çavkanîyekî ji serokatîya Komara Îraqê, evro Yekşembîyê bo wan aşkera kirîye, ku alîyên sîyasîyên Îraqê gehiştîne rêkkvtinekê derbarî serokê hikumeta qonaxa veguzatinê.
Wî çavkanî bi RT re gotîye,serok Komarê Îraqê, Berhem Salih, yan ev şev yan sube Dûşembîyê, serokê hikumeta qonaxa veguhaztinê dê raspêre û ew kesê li ser rêkkevtine, Neyîm Elsuheyîl e, ku wek cêgirê serokê dîwana serokatîya komarê kar dike.
Hejî bîrhînanê ye, ku sube, Dûşembîyê, dema destûrî ya destnîşankirî bo serokê komarê, bo raspartina serokê hikumeta qonaxa veguztinê bi dawî dihêt.