Li Îraqê 14 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin.

Di daxuyanîyeka wezareta tenduristîya Îraqê de dawîn amara tûşbûyan bi Vayrosa Korona li seranserê Îraqê ragehand,

K24- Hewlêr

Di daxuyanîyeka wezareta tenduristîya Îraqê de dawîn amara tûşbûyan bi Vayrosa Korona li  seranserê Îraqê ragehand,

Li gor wê daxuyanîyê di 24 demjimêrên burî de 14 haletên nû li 6 parêzgehan hatîne tomerkirin.

Herewha di daxyanîyê de hatîye, taqîgehên ser bi wezareta tenduristîyê pişkinîn bo 113 gumanlêkirîyan encamdaye, ji evê hejmareyê encamên 14 kesan erênî bûne. Bi vî awayî:

  • 9 halet li Bexda
  • 1 halet li Dîwanîye.
  • 1 halet li Dîyala .
  • 2 halet li Necef

Hejmara tevaya kesên tûşbûyî li Îraqê 124 haletin.

Ewên çêvebûne 26 kesin.

Tevay ewên bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane 9 kesin.