Ragehandina nû ji Wezareta Tenduristîyê

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, evro 19mîn ragehandin derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, evro 19mîn ragehandin derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê belav kir.

Deqa ragehandina wezaretê:

Ragehandina wezareta Tenduristîyê

Hejmare 19

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîy berdewam in li gerîyan û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê  û bi evê yekî jî:

  • Hejmara hevwelatîyên ku di Korentînan de bûn 3988 hevwelatî bûne li 35 cihên cuda ku di niha de tenê 1564 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2424 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî temambûna dema dû heftîyan.li gel korentînekirina hejmareka dî ku evro hatine korentînekirin, ku tevaya wan 246 hevwelatî bûn, ku ji evê hejmareyê 139 li Hewlêrê, 47 li Silêmanîyê, 25 li Dihokê, 8 li Germîyan, 7 li Raperîn û 20 jî li Koye.
  • Di dema 24 demjimêrên bûrî de, pişkinîn bo 151 gumanlêkirîyan hat encamdan 91 li Hewlêrê, 48 li Slêmanîyê û 12 li Dihok di encam de 6 tûşbûyên nû li Silêmanîyê hatin tomarkirin. Tuşbûyê yekem zelamekê 44 salîye kasibkarê sûtemenîyê ye û ew dû zaroyên wî û birayekî wî tûşbûn e. herdû tûşbûyên din jineka 63 salîye ku xwîşaka wî tûşbûye, ewê canê xwe ji dest day, li gel ximekê dî wî tûşbûyî ku zelamekê temen 68 salîye .
  • Hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 34 halet in, di nav evê hejmareyê 1 haletê mirinê heye û 4 nexweş bi temamî çêvebûne û tevaya yên din li jêr çavdêrîya pizîşkîne.
  • Tevî destxweşîyê bo wezareta navxwe û supas bo pabendbûna hevwelatîyan ku evro li mal man. Carek dî tika dikîn pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê û li malên xwe bimînin û neçin derve daku berketîyên kesên din nebin û di dema pêwîst de,peywendîyê bikin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.

Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê

15/Adar/ 2020