Nêçîrvan Barzanî: Bîranîna karesata Helebce rêzgirtina li qurbaniyên gelê me ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 32emîn salvegera kîmyabarana Helebce peyamek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 32emîn salvegera kîmyabarana Helebce peyamek belav kir.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê

Îro sîh û du sal li ser karesata kîmyabarankirina Helebçeya Şehîd re derbas dibe ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû encamdan û bû sedema şehîdbûna pênç hezar hemwelatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û koçberbûna hezaran malbatan. Heta niha jî bandora wê pêketina metirsîdar li ser rewşa tendirustî û derûniya xelk û jîngeha navçeyê de her berdewam e.

Bîranîna vê karesatê, rêzgirtina li qurbaniyên gelê me, bi taybetî şehîdên wê karesatê û li ber girtina hemû rêkarên rêgirîkirina dubarebûna tawanên wiha û jenosayda gelê Kurdistanê û her gel û pêkhatek li her cîheke cîhanê de, bi her hêceteke siyasî, olî û etnîkî bê, tekezkirina me li ser berdewame. Ev armanca pîroz ji me, yekrêziya zêdetir û tebayî ya berdewam dixwaze.

Di vê bîranînê de dubare tekeziyê li ser girîngîdana taybetî û zêdetir, ya bi jiyan û xizmetkirina birîndaran û malbat û kesukarên qurbaniyên çekên kîmyayî dikin. Li vî warî de, bêguman karekî zêde maye bê kirin ku hêjayî Parêzgeha Helebçe û nîştecihên wê yên serbilind be.

Mixabin heta niha Hikûmeta Iraqa Federal, hîç pêngaveke kirdarî ji bo qerebûkirina maddî û me’newî ya nîştecih û jîngeha wêrankirî û pîskiriya Parêzgeha Helebçeyê û hîç devereke dinê Kurdistanê wekî qurbaniyên destê dewleta Iraqê neavêtiye. Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, li vî derbarî de erkê xwe bi cîh bike.

Mirovayetiyê pêwîstî bi karên ciddî heye, ji bo qedexekirin û rêgirîkirina li bikaranînên hemû cûre çekeke komkujiyê. Wekî çawa îro hemû cîhan li xema nehiştina virusa Corona da ne û wekî gefeke tirsnak ya li hemû mirovayetiyê ye. Bi heman awayî jî karkirina ji bo nehiştina çekên komkujî û teknolojiya mirinê, divê bi navê parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyeta mirovayetiyê de, xema hemû cîhanê be.

Şehîdên Helebçe û hemû qurbaniyên gelê me herdem li bîra me ne û li wîcdana Kurdistaniyan da zîndîne. Di demek da bi rêz û rûmetê ve bîranîna şehîdan dikîn, bi hêviyê ve jî li paşarojê dinêrîn.

Silav û dirûd ji bo giyanê wan yê pak be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.03.2020