PAK: Birîna jenosîda helebçeyê bi azadîya Kurdistanê tê kewandin
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 32emîn salvegera kîmyabarana Helebce peyamek belav kir û ragihand, divê Netewên Yekgirtî jenosîda Helebçeyê qebûl bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 32emîn salvegera kîmyabarana Helebce peyamek belav kir û ragihand, divê Netewên Yekgirtî jenosîda Helebçeyê qebûl bike.
Deqa peyama PAKê:
Roja 16yê Adara 1988an de li Helebçe ya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.
Li Helebçeyê Mirovahî 5000 Caran Hate Qetil Kirin.
Newroz Di Himbêza Helebçeyê De Şehîd Ket.
Jenosîda Helebçeyê Tawaneke Li Dijî Mirovahîyê Ye.
Divê Netewên Yekbuyî (UN) Jenosîda Helebçeyê Qebûl Bike.
Em Qesasên Jenosîda Helebçeyê û Alîgirên Wan Rûreş Dikin.
Me Jenosîda Helebçeyê Jibîr Nekirîye, Em Jibîr Nakin Jî.
Jenosîda Helepçeyê Nikarîbûye Rê Li Ber Doza Azadîya Kurdistanê Bigire.
Birîna Jenosîda Helebçeyê Bi Azadîya Kurdistanê Tê Kewandin.
Em Şehîdên Helepçeyê û Hemû Şehîdên Kurdistanê Bi Giramî Bibîrtînin.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
16.03.2020