Li bajarokê Şedadê teqîn.. Birîndar hene
Di encama teqînekê de li bajarokê Şedadê li başûrê Hesekê, 2 kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqînekê de li bajarokê Şedadê li başûrê Hesekê, 2 kes birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de belav kir, îro li bajarê Şedadê li pêş navenda Asayişê teqînek bi riya motorsîklekê hate kirin.
Diyar kir jî, di encama teqînê de 2 kes birîndar bûne, ku ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Bajarokê Şedadê 60 K.M li başûrê Hesekê ye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk di Sibata 2016an de ji destê DAIŞê kontrol kiribû, ji wê demê ve çendîn teqîn li wî bajarokî tên kirin.
S. B