2 kes li Xaneqînê bi vîrusa Korona ketin

Rêvebirê Tenduristiya Germiyanê ragihand, du kes li Xaneqînê bi vîrusa Korone ketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Tenduristiya Germiyanê ragihand, du kes li Xaneqînê bi vîrusa Korone ketine.

Rêvebirê Tenduristiya Germiyanê Dr. Sîrwan Ehmed di konferanseke rojnamevanî de ragihand, 2 kes li bajarokê Xaneqînê bi vîrusa Korona ketine.

Amaje bi wê da, wan rêkarên pêwîst girtine ber ji bo rêgiriyê li belavbûna vîrusa korona bikin û daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî rênimayên tenduristî bin.

Herwiha Rêvebirê Tenduristiya Germiyanê daxwaz ji welatiyên navçeyên din kir jî, ku serdana Xaneqînê nekin.

Bi van 2 kesan, hejmara tevaya helgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê bû 36 kes, ji nav wan haletekê mirinê heye û 4 nexweş bi temamî çêbûne û yên din jî di bin çavdêrîya tenduristiyê de ne.

 

S. B