Dû haletên Vayrosa Koronayê li Xaneqîn hatin tomar kirin

Rêveberê Tenduristîya Germîyan ragehand, dû kes li Xaneqîn tûşî Vayrosa Koronayê bûne.

K24-Germîyan

Rêveberê Tenduristîya Germîyan ragehand, dû kes li Xaneqîn tûşî Vayrosa Koronayê bûne.

Dr. Sîrwan Ehmed, rêveberê Tenduristîya Germîyan di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, ku dû kes ji bajaerokê Xaneqîn tûşî Vayrosa Koronayê bûne û daxwaz ji hevwelatîyan dihête kirin ku serdane wî bajarokî nekin.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku wan rêkarên pêwîst girtîne be daku rêgirîyê ji belavbûan Vayrosa Koronayê bikin û daxwaz ji hevwelatîyan kir ku pabendên rênimayîyên tenduristî bin.