Li Îraqê 6 haletên nû yên tûşbûna bi Koronayê û helateka mirinl hatin tomarkirin

Di beyannameyekê de, Wezareta Tenduristîya Îraqê 6 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li çend parêzgehan ragehand.

K24- Hewlêr

Di beyannameyekê de, Wezareta Tenduristîya Îraqê 6 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li çend parêzgehan ragehand.

Li gor beyannameyê, Wezareta Tenduristîua Îraqê,evro li çend nexweşxaneyên hejamreka parêzgehan pişkinîn hate encamdan bo 154 kesê gumanlêkirî bi helgirtina Vayrosa Koronayê. di encam de, tûşbûna 6 haltên nû hatin pişrastkirin, bi vî awayî:

  • 3 halet li Bexda.
  • 1 halet li Dîwanîye.
  • 2 halet li Necef
  • A helet mirin.

Bi vî awayî tevaya ew kesên li Îraqê tûşî Koronayê bûne bi Herêma Kurdistanê ve jî, hejmara wn gehişte 133 kesan.

Hejmara tevaya wan kesên bi sedema Vayrosê canê xwe ji dest dane 10 kes in.

Wezareta Tenduristîya Îraqê tekez dike li ser pabendbûnê bi rêkaran û daxwaz ji hevwelatîyan dike pabend bin bi rênimayên xwe parêzîyê.