Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Meryem Xanim a Qazî
Serok Mesûd Barzanî birûskeyeka serexweşîyê araste ya malbata Qazî Mehemed û kesûkarên xweda lêxweşbûyî Miryem Xanim a Qazî kir
K24- Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî birûskeyeka serexweşîyê araste ya malbata Qazî Mehemed û kesûkarên xweda lêxweşbûyî Miryem Xanim a Qazî kir, ev jî deq wê birûskeyê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata rêzdar Pêşewa Qazî Mihemed
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Meryem Xanim a Qazî, keça Pêşewayê Nemir û hevjîna xwda lêxweşbûyî birêz Serdar Begê Caf gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn da pirse û serxweşiyên xwe bi we yên birêz û malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukar û xelkê niştimanperwerê bajarê Mehabadê radigihînim û beşdarê xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyana Meryem xanim bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
16.03.2020