Hejmareka biryarên nû ji Parêzgeha Hewlêrê
Parêzgeha Hewlêr hejmareka birîyan nû derxistin bo sanahîkirina jîyara hevwelatîyan di dema 72 demjimêrên dahatî de, ku kurtasî evin
K24- Hewlêr
Parêzgeha Hewlêr hejmareka birîyan nû derxistin bo sanahîkirina jîyara hevwelatîyan di dema 72 demjimêrên dahatî de, ku kurtasî evin
- Dirêjkirina rawestandina hatinûçûnê li tevaya parêzgeha Hewlêrê bi tevaya qeza û nahye yê wê ve bo dema 72 demjimêrên din, ji bilî tîmên tîmên tenduristîyê, dîplomatkar, rêkxistî û ajansên Neteweyê Yekgirtî, kompanyayên sutemenîya neft û gazê, hêzên ewlekarîyê û bazirganên rêpêdayî.
- Nanewanxane, sûper markêt û bazarên taybet bi xorakên nav mal, benzîxane, xwaringeh dê vebûyî bin, lê mercên tenduristî yên xwe parêzîyê li Koronayê ku di nav van biryaran de hatîne destnîşankirin. Herweha gumrika fêkî û gîyaya dê vebûyî be û otombêlên firotan fêkî dikare di nav taxan de bigere.
- Herweha daxwaz ji dezgeh û rêkxistîyên xêrxwaz dike, ku bi erkên xwe mirovî, mîştîmanî û olî rabin bo alîkarîkrina xelkê kêm dahat, ewên bi sedema vê rewşê nekarin bjêwa jîyana xwe birêve bibin ji encam bêkar man a wan kesan û jûra operasyona parêzgeha Hewlêrê jî dê serperiştya Bo cîbicîkirina evê erkê bike û li qezayan jî bi serperişta qayemeqam dibe. Her sube sipêdeyê ve, hêleka geim bo wan hevwelatîyên destkurtin dê bihête karakirin û dikarin peywendîyê bi hejmare 07502061515 bikin daku xwaran ji wan re bihête dabînkirin bi rêya wan komîteyan ve.