5 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê çêvebûn
Rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê, Dr. Sebah Hewramî ragehand, 5 kesên din ji tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê çêvebûne.
K24- Hewlêr
Rêveberê giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê, Dr. Sebah Hewramî ragehand, 5 kesên din ji tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê çêvebûne.
Dr. Sebah Hewramî ragehand jî: Ew pênc kes bi temamî çêvebûne û vegerîyan malên xwe.
Her di evê çarçoveyê de, duhî, Yekşembîyê, 15yê Adara 2020, rêvberê giştîyê Silêmanîyê, Dr. Sebah Hewramî ragehandibû ku 3 haletên din yên Tûsbûyî bi Vayrosa Koronayê hatîne çareserkirin û vegerîyane nav malbatên xwe.
Li gor encaman heya niha hejmara çêvebûyan li Silêmanîyê gehiştîye 8 kesan.