Ragehandineka nû ji Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 20 derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê bo 24 demjimêrên burînî, belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 20 derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê bo 24 demjimêrên burînî, belav kir.

Deqa ragehandina wezaretê:

 

Ragehandina wezareta Tenduristîyê

Hejmare 20

 

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîy berdewam in li gerîyan û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê  û bi evê yekî jî:

  • Hejmara hevwelatîyên di Korentînan de bûn 4265 hevwelatî bûne li 35 cihên cuda ku di niha de tenê 1784 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2481 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî temambûna dema dû heftîyan. Li gel korentînekirina hejmareka dî ku evro hatine korentînekirin, ku tevaya wan 277 hevwelatî bûn, ku ji evê hejmareyê 200 li Hewlêrê, 44 li Silêmanîyê, 13 li Dihokê, 20 li Helebce.
  • Di dema 24 demjimêrên bûrî de, 126 pişkinîn hatin encamdan, 46 li bajarê Hewlêrê, 47 li Silêmanîyê û 33 li Dihok. Di encam de 3 tûşbûyên nû li bajarê Silêmanîyê hatin tomarkirin. Yekem zaroyekê temen 4 salîye ji Îran vegeryabû. Dûyem jineka temen 27 salîye. Sêyem jî jineka temen 45 salîye ku xizam wî tûşbûye, ewê canê xwe ji dest day.
  • Di niha de hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 37 halet in, di nav evê hejmareyê de, 1 haletê mirinê heye û 9 nexweş bi temamî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkîne.

Tevî destxweşîyê bo wezareta navxwe û supas bo pabendbûna hevwelatîyan ku evro li mal man. Carek dî tika dikîn pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê û li malên xwe bimînin û neçin derve daku berketîyên kesên din nebin û di dema pêwîst de,peywendîyê bikin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.

Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê

 

16/Adar/ 2020