Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Bexdayê hatin armanckirin

Du mûşek li binkeya serbazî Besmaye ya li başûrê Bexdayê ketin, ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî lê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du mûşek li binkeya serbazî Besmaye ya li başûrê Bexdayê ketin, ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî lê ne.

Heta niha ziyanên wê êrîşê nehatine aşkere kirin, lê ew êrîş berdewamiya êrîşên çend hefteyên bûrî li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê ne.

Diyartirîn êrîşa li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, roja 11ê vê mehê li ser serbazgeha Tacî ya li bakurê Bexdayê bû, ku di encamê de 2 serbazên Amerîkî û serbazekî Brîtanî hatibûn kuştin û hejmarek jî birîndar bûbûn.

Li gor zanyariyan, serbazgeha Besmaye 45 K.M li başûrî Bexdayê dikeve û nêzîkî 500 serbazên Îspanî lê ne.

 

S. B