Serokomarê Iraqê kesekî nû bi pêkanîna hikûmetê raspard

Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Parêzgarê berê yê Necefê Ednan El Zurfî bo pêkanîna Hikûmeta Iraqê raspard.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Parêzgarê berê yê Necefê Ednan El Zurfî bo pêkanîna Hikûmeta Iraqê raspard.

Li gor destûrê, 30 roj li pêş Ednan El Zurfî ye, ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê.

Raspardina Ednan El Zurfî piştî wê yekê tê, kesê pêştir bi pêkanîna hikûmetê hatibû raspardin  Mihemed Elawî du caran li Parlemana Iraqê şikest xwar û nikarî bawerîya perlemantarên Îraqê bo hikûmeta xwe werbigirta.

Piştî derketina xwepêşandanan li Iraqê, Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî destê xwe ji serokwezîrtiyê kişandibû, niha ew wê hikûmetê wek hikûmeteke karbirêker birêve dibe, heta hikûmeteke nû tê pêkanîn.

 

S. B