Tenduristiya Cîhanê: Îran hejmara rast a mirina bi Korona ranagihîne

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê radigihîne, amarên kesên li Îranê bi sedema vîrusa Korona dimirin, 5 caran ji yên tên ragihandin zêdetir in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê radigihîne, amarên kesên li Îranê bi sedema vîrusa Korona dimirin, 5 caran ji yên tên ragihandin zêdetir in.

Ajansa “Reuters” li ser zarê Rêveberê Hawarhatina ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Dr. Rick Brennan ragihand, zanyariyên li ser rewşa belavbûna Korona li Îranê belav dibin, ne rast in û hejmarên kêm têne ragihandin.

Dr. Rick Brennan ku bi xwe serdana Îranê kiriye dibêje: “Li Îranê tenê pişknîn ji kesên ku rewşa wan xirap e tê kirin û kesên ku nîşaneyên nexweşiyê lê kêm in, pişknîn ji wan re nayê kirin.

Rêveberê Hawarhatina ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê hejmara kesên li Îranê bi sedema vîrusa Korona cane xwe jidest didin, pênc caran ji amarên ku bi fermî tên ragihandin zêdetir e.

Li gor dawî amarên li Îranê hatine ragihandin, heta niha 14 hezar û 991 kes bi vîrusa Korona ketine û 853 kes jî canê xwe jidest dane.

 

S. B