Li Iraqê îro 21 kes bi vîrusa Korona ketin

Li Iraqê di encama berdewamiya pişknînê de, îro bilindtirîn haletên tûşbûna bi vîrusa Korona hat tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Iraqê di encama berdewamiya pişknînê de, îro bilindtirîn haletên tûşbûna bi vîrusa Korona hat tomarkirin.

Wezareta Tenduristî û Jîngehê ya Iraqê îro d daxuyaniyekê de ragihand, di encama berdewamiya pişknînê de, îro 21 kesên din bi vîrusa Korona ketin.

Diyar kir, 17 halet li Bexda, 3 halet li Kerbela û haletek li Besrayê hatin tomarkirin.

Amaje bi wê jî da, îro kesek bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest da.

Bi rengî, koma giştî ya tûşbûna bi vîrusê li Iraqê gihîşt 154 kesan, 41 kes baş bûn û 11 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B