Li Îranê hejmara kesên bi Korona mirine nêzîkî hezarî dibe
Di dema 24 demjimêrên bûrî de, li Îranê 1178 kes bi vîrusa Korona ketin û 135 kesan jî canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di dema 24 demjimêrên bûrî de, li Îranê 1178 kes bi vîrusa Korona ketin û 135 kesan jî canê xwe jidest dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê aşkera kir, heta niha hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 16 hezar 169 kesan û 988 kesan jî canê xwe jidest dane. Heta niha 5 hezar û 389 kes ji wê vîrusê baş bûne.
Ev yek di demekê de ye, îro Rêveberê Hawarhatina ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Dr. Rick Brennan ragihand, zanyariyên li ser rewşa belavbûna Korona li Îranê belav dibin, ne rast in û hejmarên kêm têne ragihandin.
Dr. Rick Brennan got jî, hejmara kesên li Îranê bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest didin, pênc caran ji amarên ku bi fermî tên ragihandin zêdetir e.
S. B