Wezareta Navxwer: Kî qedexeya çûnûhatinê binpê bike dê bê sizadan
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, her kesê ku biryara hikûmetê ya qedexekirina çûnûhatin binpê dike, dê were cezakirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, her kesê ku biryara hikûmetê ya qedexekirina çûnûhatin binpê dike, dê were cezakirin.
Wezareta navxwe di daxuyaniyekê de ragihand, her kesê ku biryara derketina derve û qedexeya çûnûhatinê ya di çarçoveya pilana nehîştina nexweşiya Koronayê de hatiye dayîn, binpê bike, dê were cezakirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, kî cara yekem wê biryarê binpê bike dê 100 hezar dînaran were sizadan. Eger heman kes cara duyem wê biryarê binpê bike dê 5 rojan dest bi ser otomobîla wî de were girtin û 300 hezar dînar jî were sizdan.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Korona, qedexeya çûnûhatinê li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê, bo 48 demjimêran û piştre bo 72 demjimêrên din ragihandibû, ku roja Şemiyê ve destpê kiribû û siba demjimêr 12:00 nîvê şevê bidawî dibe.
S. B