Bi sedema Koronayê; Îraq biryara daxistina asmanê xwe bicih dike
Veguhaztina Îraqê ragehand, evro biryarra daxistina asmana welatî li rûyê geştên nvxwe û derve dê bihête cîbicîkirin û ev biryar heya 24ê evê mehê berdewam dibe.
K24- Hewlêr
Veguhaztina Îraqê ragehand, evro biryarra daxistina asmana welatî li rûyê geştên nvxwe û derve dê bihête cîbicîkirin û ev biryar heya 24ê evê mehê berdewam dibe.
Wezareta veguhaztinê di daxuyanîyekê de ragehand, ev gav ji bo rêgirtinê ye ji belavbûn û teşenekirina Vayrosa Koronayê li Îraqê.
Amaje kirîye jî, ev biryar di çarçoveya pabendbûnê ye bi rêkarên komîte ya dîwana taybet bi pûşvebirina kawdanên tenduristîyê û rêkarên berengabûna metirsîyên belavbûna Vayrosa Koronayê li Îraqê.
Di daxyanîya Wezareta Veguhaztina Îraqê de hatîye, Wezaret bo hevwelatîyan tekez dike li ser pabendbûna xwe bi rênima û birîyarên komîteya navhatî û rasparteyên Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî. Wezaret pabende bi zêdekirina rêkaran di çarçeveya helmeta xweparêzîyê û rêgirtinê ji teşenekirina wî derdî li Îraqê û parêzgaîkirinê ji selametîya hevwelatîyan ji metirsîya tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê.
Ev di demekê de ye, duhî, Wezareta Veguhaztina Îraqê ragehand, ji roja Sêşembî, 17/3/2020 asmana Îraqî li rûyê geştyarên nvxwe û derve dihête daxistin.