Komek ji pizîşkên xwebexiş daxwaz ji hevwelatîyan dikin bo her rawêj û her arêşeyeke pizîşkî peywendîyê bi wan ve bikin
Komeka pizîşkên xwedî pisporên cuda, amadene bi rêya telefonê, bersiva pirsyarên hevwelatîyên Herêma Kurdistanê bidin derbarê nexweşîyên wan rênimayîyan bidin wan. Ev jî bi sedema wê yekê ku qedexeya hatinûçûnê hatîye rageahandin û dewam li her dir hatîye rawestandin.
K24- Hewlêr

Ev pizîşkên hanê, di peyamekê de, dibêjin: Bi sedema belavbûna Vayrosa Korona ya Nû KOVÎD- 19 û çunku me pizîşkan Norîneghên xwe daxistîne; daku bi kêmkirina kombûnan û vemanê di malên xwe de tenduristîya hevwelatîyên hêja biparêzîn û rênnimayên tenduristî cîbicî bikîn. Lew hewe yên rêzdar haydar dikîn, ku wek erkek pizîşkî û moirvî, Em amadene xizmeta nexweşan bikîn bi rêya Çareserkirina On Layîn.
Dibêjin jî, ji 15/3 heya 31/3 li demjimêrên 10- 12ê sipêde yan û piştî nîvro jî li demjimêr 2-4, hevwelatî dikarin bi belaş bi nameyan bi rêya Vayber yan Watsap mifayê li wan pizîşkan bibînin.
Herweha wan pizîşkan nav û pisporîyên xwe li gel hejmara telefonên xe belav kirine.