Daiş gundekê nahye ya Gulale û taxeka Xurmatû burdûman dike

Êvarîya evro, 3 gulle Hawin gundekê ser bi nahey ya Gulale li sinûrê bajarokê Xaneqîn kirin armananc, herweha taxeka qeza ya Xuramtû jî bi 4 gulle Hawinan hat burdûmankirin û 4 hevwelatî jî birîndar bûn.

K24- Xurmatû

Nûçegehanê Kurdistan24ê ragehand, êvarîya evro, 3 gulle Hawin arasteya gundê Îslah a ser bi nahye ya Gulale ya sinûrê qezaya Xaneqîn hatin kirin. Duv re jî, hêzên Îraqî gelek teqe li cihê hêvêjtina wan gulle Hawinan kirin.

Derberê vê yekê, çavkanêyekê ji hêzên ewlekarîyê li Kolleco bi Kurdistan 24ê ragehand, çekdarên Daişê piştî burdûmankirina gundê Îslah li sinûrê nahye ya Gulale, bi Qenasê Kamîreyeka Germayî ya bingeheka supayê Îraqê kirine armanc û şikandine û dûv re revîyane.

Wek nûçegehanê Kurdistan 24ê ragehandîye, her êvarîya evro, taxa Îmam Ehmed li navenda qeza ya Xurmatû bi 4 gulle Hawinan hatîye burdûmankirin û di encam de, 4 hevwelatî birîndar bûne û hatîne veguhaztin bo nexweşxaneyê.