Wezareta Tenduristiyê daxwaza dirêjkirina qedexeya çûnûhatinê dike

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê radigihîne, bandora qedexeya çûnûhatinê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona baş bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daxwaza dirêjkirina heyama qedexeya çûnûhatinê dike û radigihîne, bandora qedexeya çûnûhatinê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona baş bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, di rojên bûrî de û ji ber rawestandina tevger û çûnûhatinê, bandoreke wê ya baş hebû, bo rêgîrkirina li belavbûna nexweşiya Korona.

Wezareta Tenduristiyê di vê derbarê de spasiya welatiyan, Wezareta Navxwe, parêzgehan û dam dezgehên ewlehiyê dike.

Herwiha Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Daxwaza dirêjkirina qedexeya çûnûhatinê û mana welatiyan li malên xwe dikin”.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Korona, qedexeya çûnûhatinê li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê, destpêkê bo 48 demjimêran û piştre bo 72 demjimêrên din ragihandibû, ku roja Şemiyê ve destpê kiribû û îro demjimêr 12:00 nîvê şevê bidawî dibe.

 

S. B