Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene

Hejmarek top li nava bajarê Efrînê ketin û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek top li nava bajarê Efrînê ketin û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, îro berî bîstekê 5 top li nava Efrînê ketin.2 top li nêzîkî Navenda Çandî, 2 li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn û topek jî li ser riya Efrîn û Keferşîlê. ketin

Li gor zanyariyên destpêkê, 4 kesan canê xwe jidest dane, di nava wan de zarok hene. Herwiha zêdetir ji 10 kesan jî birîndar bûne.

Îro ku salvegera duyem a dagîrkirina Efrînê, ku roja 18ê Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hat dagîrkirin, welatiyên Efrînê di rewşeke zehmet ji nebûna ewlehiyê, rûdana teqînan, ketine top û mûşekan de dijîn û bi awayekî berdewam dibin qurbanî.

 

S. B

Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene
Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene
Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene
Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene
Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene
Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene
Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene
Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene
Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene
Efrîn tê topbarankirin.. Qurbanî hene