Qedexeya çûnûhatinê bo 5 rojên din hat dirêjkirin
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehemd li bajarê Silêmaniyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, qedexeya çûnûhatinê bo 5 rojên din hat dirêjkirin.
K24 – Navenda Nûşeyan
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehemd li bajarê Silêmaniyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, qedexeya çûnûhatinê bo 5 rojên din hat dirêjkirin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, li ser rasperdeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo ji nêzîk ve rewşa bajarê Silêmaniyê bişopînin, wî serdana Silêmaniyê kiriye.
Amaje bi wê de, 14 rojên bê ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona, gelekî girîng e.
Îro Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daxwaza dirêjkirina heyama qedexeya çûnûhatinê kiribû û ragihandibû ku bandora qedexeya çûnûhatinê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona baş bû.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Korona, qedexeya çûnûhatinê li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê, destpêkê bo 48 demjimêran û piştre bo 72 demjimêrên din ragihandibû, ku roja Şemiyê ve destpê kiribû û îro demjimêr 12:00 nîvê şevê bidawî dibû.
S. B