Li Îraqê 6 Kesên din tûşî koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Îraqê 6 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Korona ya nû KOVID- 19 ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê 6 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Korona ya nû KOVID- 19 ragehand.
Li gor wê ragehandinê, wezareta Tenduristîya Îraqê, 5 halet li Bexda hatîne tomarkirin û haletek jî li Dîyala.
Bi vî awayî hejamra tûşbûyên Vayrosa Korona li Îraqê, bi Herêma Kurdistanê ve jî, gehişte 164 haletan. Ji evê hejmareyê 43 kes çêvebûne û 12 kesan jî canê xwe ji dest dane.