Beyannameyek ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê

Evro wezîrê navxwe yê hikumeta Herêma Kurdistanê beyanname ya hejmare 20 derxist û di beyannameyê de dû biryar hatîne dayîn.

K24- Hewlêr

Evro wezîrê navxwe yê hikumeta Herêma Kurdistanê beyanname ya hejmare 20 derxist û di beyannameyê de dû biryar hatîne dayîn.

Deqa beynnameyê:

Me biryar da bi derxistina evê beyannameyê:

Yekem: Ragirtina çûnûhatinê li tevaya parêzgeha Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce û rêveberîyên serbixwe; Raperîn, Germîyan û tevaya yekeyên kargêrî ji demjimêr 12:00yê  şeva 18-19/3/2018 heya demjimêr 12:00yê şeva 23-24/3/2020.

Dûyem: Desthelat dan bi Parêzgarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce û serperiştyarên rêveberî yên serbixwe yên Raperîn û Germîyan bi armanca rêkxistina çawanîya dabînkirina pêdawîstîyên hevwelatîyan di wê demê de, lê bi mercekê bandorê nexe ser cîbicîkirina xala yekem.