Haleteka dina tûşbûnê bi Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê hate tomarkirin
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, kesek din li parêzgeha Silêmanîyê tûşî Vayrosa Korona bûye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, kesek din li parêzgeha Silêmanîyê tûşî Vayrosa Korona bûye.
Wezaretê ragehandîye, ji encama berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumalêkirîyên helgirên Vayrosa Korona ya nû COVID-19, evro li bajarê Silêmanîyê tûşbûyek din hat destnîşankirin ku zaroyeka kiçe û temenê wê 5 sale û xelka nahye ya Tekye ye.