Li Zaxo bi sedema lehîyê xortekî canê xwe ji dest da

Evro êvarî, bi sedema baranê ku lehî li Zaxo duristbû û xortekê 20 salî kete di çemê Xabûrê de û xenkîya. Heya niha jî laşê wî xortî nehatîye dîtin.

K24- Zaxo

Evro êvarî, bi sedema baranê ku lehî li Zaxo duristbû û xortekê 20 salî kete di çemê Xabûrê de û xenkîya. Heya niha jî laşê wî xortî nehatîye dîtin.

Di vî bwarî de, Evîndar Îzet, berpirsê Berevanîya Şaristanî li bajarê Zaxo bi Kurdistan 24 re ragehand, êvarîya evro ji alîyê kesûkarên wî xortî, em hatîn agahdarkirin, ku ew xurtê 20 salî ketîye di avê de û xinkîya ye.

Herweha got: Tîma melevanên Berevanîya Şaristanî li Zaxo, heya niha berdewamin li geryanê  li dûv termê wî xortî, lê ji ber ku av gelek boşe û asata wê bilinde; heya niha, tîmê nekarîye termê wî xortî vebînin.

Navhatî amaje bi wê yekê jî kirîye, ku heya niha nehatîye zanîn, ka ewî xortî bi xwe, xwe xistîye di avê de yan jî kevtîye di nav avê de.

Her êvarîya evro li nahye ya Feydîyê li sinûrê parêzageha Dihokê xortekî 28 salî bi sedema  birûsîyê canê xwe ji dest da.

Kesekê nêzîk ji wî xortî, bi Kurdistan24 re ragehand, ew xort xelkê bajarokê Sêmêl e, ser bi parêzgeha Dihokê û êvarî ya evro li dema ku diçû serdana birayê xwe bike li nahye ya Feydîyê, di rê de kete ber birûsîyê û di cih de canê xwe ji dest da.

 Herweha ragehand, navê wî xortî, Selah Îsa Mûsa ye û temenê wî 28 sal in û xêzandare û dû zaroyên wî hene.

 Herweha li gundê Korêmê li sinûrê parêzgeha Dihokê; her bi sedema birûsîyê 48 serên ajelan mirin.