Ragehandineka evro ya Wezareta Tenduristîyê

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 22 derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê bo 24 demjimêrên burînî, belav kir û ragehand ku li bajarê Silêmanîyê haleteka dinb tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatîye tomarkirin.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 22 derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê bo 24 demjimêrên burînî, belav kir û ragehand ku li bajarê Silêmanîyê haleteka dinb tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatîye tomarkirin.

Deqa ragehandina wezaretê:

Ragehandina wezareta Tenduristîyê

Hejmare 22

 

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîyê berdewam in li ser vedîtin û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê  û bi evê yekê jî:

  • Hejmara hevwelatîyên di Korentînan de bûn 4420 hevwelatî bûn e, li 35 cihên cuda, ku di niha de tenê 1743 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2677 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe; piştî temambûna dema dû heftîyan. Li gel korentînekirina hejmareka din ku evro hatine korentînekirin, ku tevaya wan 62 hevwelatî bûn.
  • Di dema 24 demjimêrên bûrî de, 152 pişkinîn hatin encamdan, 51 li bajarê Hewlêrê, 61 li Silêmanîyê û 40 li Dihok. Di encam de 1 tûşbûyê nû li bajarê Silêmanîyê hate tomarkirin, ku zaroyeka 5 salîye û berkevtî ya tûşbûyeka duhîye.
  • Di niha de hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona ya nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 39 halet in, di nav evê hejmareyê de, 1 haletê mirinê heye û 13 nexweş bi temamî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo wezareta navxwe û supas bo pabendbûna hevwelatîyan ku evro li mal man. Carek dî tika dikîn pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê û li malên xwe bimînin û neçin derve daku berketîyên kesên din nebin û di dema pêwîst de,peywendîyê bikin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.

Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê

 

18/Adar/ 2020