Serokwezîrê rasperdeyî tekeziyê li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dike
Di hevdîtinekê di navbera Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî ya Iraqê Fûad Husên û raspardeyê bi pêkanîna Hikûmeta Iraqê Ednan El Zurfî de, tekez li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di hevdîtinekê di navbera Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî ya Iraqê Fûad Husên û raspardeyê bi pêkanîna Hikûmeta Iraqê Ednan El Zurfî de, tekez li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin.
Şeva bûrî hevdîtin li nivîsgeha Cîgirê Serokwezîrê Iraqê birêve çû û Fûad Husên pîrozbahî li Ednan El Zurfî kir û hêvî jê re xwast ku di erkê xwe de serkeftî be.
Di beşeke din a civînê de, Ednan El Zurfî guftûgo derbarê rewşa siyasî ya navxweyî û helwestên aliyên siyasî yên derbarê raspardina serokwezîrê nû hat kirin û di çarçovê de her du aliyan li ser girîngiya yekxistina helwestan bo derbaskirina vê qonaxa hestiyar hevnerîn bûn.
Herwiha serokwezîrê rasperdeyî nerîna xwe derbarê çawaniya serderiya bi Herêma Kurdistanê û riyên çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşkêş kirin.
Ji aliyekî din ve, guftûgo derbarê rewşa giştî ya aboriyê û bandora daketina nirxê petrolê li ser tevahiya rewşa darayî kirin û behsa plana dahatî ya birêvebirina vê qeyrana welat.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iarqê Fûad Husên spasiya serdana serokwezîrê raspardeyî Ednan El Zurfî kir û tekez kir, dê peyama wî bigihîne serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê û tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê.
S. B