Amerîka bersivdana li êrîşa li ser binkeyên wan li Iraqê vedikole

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) çawaniya bersivdana li êrîşa mûşekî ya li ser hêzên wê li Iraqê vedikole.

K24 -  Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) çawaniya bersivdana li êrîşa mûşekî ya li ser hêzên wê li Iraqê vedikole.

Peyvdarê Pentagonê Jonathan Hoffman ragihand, niha lêkolînê derbarê çawaniya bersvdanê derbarê êrîşa mûşekî ya li ser hêzên me li Iraqê dikin.

Jonathan Hoffman tekez kir, bersivdana li wê êrîşê ji mafê Amerîka ye.

Roja Şemiya bûrî 14ê Adarê, 3 serbazên Amerîkî di êrîşeke mûşekî li ser binkeyeke serbazî li Iraqê de birîndar bûn, berî wê jî, 2 serbazên Amerîkî û yekî Brîtanî li Bexdayê di êrîşeke mûşekî de hatin kuştin.

 

S. B