“Li Îranê her 10 xulekan kesek bi Korona dimire”

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê radigihîne, li Îranê her 10 xulekan kesek bi sedema virusa Korona canê xwe jidest dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê radigihîne, li Îranê her 10 xulekan kesek bi sedema virusa Korona canê xwe jidest dide.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, li Îranê her demjimêrekê 50 kes bi vîrusa Korona dikevin û her 10 xulekan jî kesek canê xwe jidest dide.

Ev yek di demekê de ye, li Îranê heta duhî û li gor amarên Wezareta Tenduristiyê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîştibû 16 hezar 169 kesan û 988 kesan jî canê xwe jidest dabûn. 

Lê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê radigihîne, hejmarên kesên li Îranê bi sedema vîrusa Korona dimirin, 5 caran ji yên tên ragihandin zêdetir e.

 

 

S. B