Hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Îranê zêdebûn
Di dema 24 demjimêrên burî de, zêdetir ji hezar û 200 kes tûşî Koronayê bûne û hejmara tevaya tûşbûyan li welatê gehişte 13 hezar û 938 kesan.
K24- Hewlêr
Di dema 24 demjimêrên burî de, zêdetir ji hezar û 200 kes tûşî Koronayê bûne û hejmara tevaya tûşbûyan li welatê gehişte 13 hezar û 938 kesan.
Wezareta Tenduristîya Îranê aşkera kir, di 24 demjimêrên burî de, hezar û 209 kes tûşî Vayrosa Koronayê bûne û heya niha 13 hezar û 938 kes helgirên Vayrosê ne.
Her li gor wê amarê heya niha 853 kesan ji Îranê bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.