6 guleyên Hawinan li Xurmatûyê ketin

Îro şeş guleyên Hawinê li bajarokê Xurmatûyê ketin û çend kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro şeş guleyên Hawinê li bajarokê Xurmatûyê ketin û çend kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, îro 6 guleyên Hawin li navenda bajarokê Xurmatûyê ketin û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê me da zanîn jî, heta niha ti grûp yan aliyek bi encamdana wê êrîşê nehatiye tometbarkirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêza Pêşmerge, li Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê valahiyeke ewlehiyê çê bûye û çekdarên DAIŞê kiryarên teroristî dikin.

 

S. B