Yekem haleta tûşbûna bi Korona li Duhokê hat tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, yekem hateta tûşbûna bi vîrusa Korona li Duhokê tomar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, yekem hateta tûşbûna bi vîrusa Korona li Duhokê tomar kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknînirin û lêgerîna li dû kesên gûmanlêkirî de, li bajarê Duhokê kesek ku hilgirê vîrusa Korona ye hat destnîşankirin.
Wezaretê diyar kir, ew kesê bi vîrusa Korona ketiye, peyayekî 50 salî ye û ji Almanyayê vegeriyabû Herêma Kurdistanê.
Bi tomarkina vê haletê, heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara tevahiya hilgirên vîrusa Korona gihîşt 40 kesî, di nav vê hejmarê de, 1 haleta mirinê heye û 13 nexweş bi temamî baş bûne û yên din jî di bin çavdêrîya bijîşkî de ne.
S. B